Wezareta berevanyê a Emerîkayê ragehand, Danîmark wê leşkiran bişîne bakorê rojhelatê Sûrîyê.
Conatan Hofman, berdevkê pêntagonê dibêje: Emerîka wê pêşwazyê li biryara hikumeta Danîmarkê a şandna leşkiran bo Sûryê bike, ew leşkir wê piştevanyê li hewlên hevpeymanîya navdewletî li Sûryê bikin.
Berdevkê pêntagonê daxuyakrin, ew leşkirên Danîmarkî wê bigehin cihên leşkirên Emerîkî li bakorê rojhelatê Sûryê bi merema parastna ewlehî û aramîya deverê.
Hevpeymanîya navdewletî ji pitrî 65 welatan pêktê û jibo berhingarbûna DAIŞê hatbûn li îlona sala 2014 hatbû çêkirin.