YNK wê kongireya xwe li 7 kanûna îsal li darxe

Encûmena serkirdetîya partîya YNK, îro cvîya û dema pêkanîna kongreya xwe ya çarem dîyarkir ku biryare li 7 meha kanûna yekê a îsal were sazkirin.

Piştî çendîn rojên gotubêjan, îro roja şemî, Encûmena serkirdetîya YNK, bi serperşitîya Kosret Resûl Elî sekirterê yekemê YNk li bajarê silêmanyê cvîya û di wê cvînê de, biryar hat dayîn kongreya çarem a YNK li roja 7 meha kanûna yekê a îsal were li darxistin.

Her yek ji Berhem Salih sekirterê duwem û Bafl Talebanî berhevî cvîna îro bûn, lê birêveberê desteya kargêrîya polîtbîroya YNK Mela Bextîyar, weke civînên pêştir, di civîna îro de nexoya bû.

YNK kongreya xwe a sêyem li sala 2010 li darxistibû, her yek ji pirsên nexweş ketna Celal Talebanî û piştre wexera wî a dawîyê, zêdebarî nakokîyên nava YNK, sedemên sereke ên saz nekirina kongreya çarema YNK ne.

Pustên heman beş