Serokê hikûmeta herêmê wê li gel firakisîyonên Kurdistanî bicive

Tê çaverê kirin sibe roja yekşemî, Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel tev firakisîyonên Kurdistanî ên parlemena Îraqê bicive.

Jibo gotubêja alozî û arêşeyên di nêvbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraq a federal de, sibe roja yekşemî, Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û herweha Qubad Talebanî cêgirê serokê hikûmetê û şanda Herêmê jibo Bexdayê, wê li gel firakisîyonên Kurdistanî ên li parlemena Îraqê bicivin.

Zanyarî xoya dikin ku di civîna çaverê kirî de, babetên budce, darayî û herweha Neft û Xazê werin gotubêj kirin, herweha aloziyên di nêvbera Hewlêr û Bexdayê de.

Parlementerên tev frakisyonên Kurdistanî ên parlemena Îraqê, wê berhevî civîna sibe bin ku tê çaverê kirin li baregehê Encûmena wezîran li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê were li darxistin.

Pustên heman beş