Erdogan: emê pirsa rojhelata firatê bi Tiramp re dîsa gotubêj bikin

Serok komarê Tirkiyê îro ragihand; ewê pirsa rojhelata firatê, car din bi Serokê Emerîkayê re gotubêj bikin.

Receb Teyb Ordogan, Serok komarê Tirkiyê, îro di daxoyanîyekê de, behsa pêşhatên herî dawî ên rojhelata firatê li bakorê Sûryê kir û got: ewê car din wê pirsê bi Donald Tiramp re ji nû ve gotubêj biken.

Erdogan ev gotin îro li bajarê Eskîşehrê di civîneka partîya xwe a AKP de kirine û herwiha dîyarkir ku divê kiryar û axiftnên Enqerê di derbara rojhelata firatê de yek bigrin.

Serokê Tirkiyê car din bal kişande ser armanca Tirkiyê ji pêkanîna navçeya aram li rojhelata firatê û got: emê 4 milyon penaberên Sûrî lê akinicî bikin.

Tirkyê û Emerîkayê rêkketin li ser pêkanîna navçeya aram li rojhelata firatê kirîye, çaverê jî tê kirin, sibe dewryên çavdêryê ên arteşên herdu welatan li cihê ku wê bibe navçeya aram, werin kirin.

Pustên heman beş