Bexda.. Teqînekê 8 kes birîndar kirin

Di teqînekê de ku îro li Bexda a paytexta Îraqê çêbûye, 8 kes birîndar bûn û birîna hinek ji wan sexte.

Jêderên ewlehyê ên Bexdayê eşkere kirin, îro 2 bombe ku li ser rêyeke sereke a navçeya bi navê Talibîye a rojhelata Bexdayê hatbûn çandin, teqyan û ziyan gihandin xelkê svîl.
Bi sedema teqînê 8 kes birîndar bûn û birîna hinek ji wan sexte.
Piştî teqînê, hêzên ewlehyê her rast hatin cihê bûyerê û birîndar jibo nexweşxaneyan veguhastin.

Demeke çi teqîn li Bexdayê çênebûne, teqîna îro jî di demekê deye, wezareta berevanyê a Îraqê daye zanîn ku doseya ewlehyê wê li demek nê de radestî polîsan were kirin.

Pustên heman beş