Nêçîrvan barzanî: jibo aştîyê li tirkyê her çi pêwîst be kêmasyê nakîn

Serokê Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê pêşwazîya şanda partîya demokratîk a gelan HDP bi serokatîya Sezayî Temelî kir, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekên din gotubêj kirin.

Di hevdîtnê de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, dupat kir ku niha dema aştîyê ye û pirsa kurdî li Tirkyê divê li rêya aştîyê ve bê çareser kirin, ji ber ku şer tu tiştek çareser nake û nabê tu derfeteke ji bo aştîyê li Tirkyê ji dest bê dayîn.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li hewlên jibo destipêkirin û serxistina piroseya aştîyê li Tirkyê kir û got: jiboy wê armancê her çi pêwîst be, ew kêmasyê nakin.

Ji alyê xwe ve şanda HDP ji blî pîrozbahîya li Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo destibkarbûna weke Serokê Herêma Kurdistanê, hêvya serkeftinê ji bo rêzdarî xwest û sipasî hewlên derbasbûî û niha ên birêz Nêçîrvan Barzanî a ji bo aştyê kir û dupat kir ku aştî li berjewendîya tevahîya gelên Tirkyê deye û gelê kurd xwazyarê aştî û çareserîya aştîyaneye.

Li hevdîtnê de her dû alî rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî din jî gotubêj kirin.

Pustên heman beş