Arteşên Emerîka û Tirkiyê gerên hevbeş destipêkirin

Arteşên Emerîka û Tirkiyê, îro sibê dest bi gerên hevbeş ên çavdêryê li sînorê rojavayê Kurdistanê kirin, weke destipêkek ji bo diristkirna navçeya aram.

Îro roja duşemî, yekeyên arteşa Tirkiyê bi dûratîya 30 kîlometran li rojhelata bajarokê Kanîya Xezala ya ser bi parêzgeha Ruha a bakorê Kurdistanê ve, sînor derbaz kir û bi hevbeşî li gel arteşa Emerîkayê dest bi gerên çavdêryê li cihê ku dê be navçeya aram kirin.

Arteşa Tirkiyê bi şeş zirîpoş û bi alayê Tirkiyê sînorê rojavayê Kurdistanê derbaz kir, arteşa Emerîka jî li nêzî Serê Kanyê dest bi gerên hevbeş kirin.

Waşintun û Enqerê li ser diristkirina navçeyeke aram li bakorê Sûryê û rojhelata Firatê li hevkirne, ev ger jî, bi amadekaryên diristkirna wê navçeyê tên hejmarkirin.

Pustên heman beş