Yekîneyên Heşda Şebî îro operasyoneke berifreh jiboy ramalîna navçeyên derdûra parêzgehîya Dîyalayê destipêkir û navê Aşorayê li wê operasyonê kirine.
Desteya birîvebir a Heşda Şebî, îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir, çekdarên wan ên her yek ji lîwayên 24 û 4, dest bi operasyoneke berifireh jiboy ramalîna navçeyên derdûra parêzgehîya dyalayê kirin, taybet sînorê wê ên rojhelat.
Herweha da xuyakirin, Heşda Şebî navê Aşorayê li wê operasîyona xwe kirine û nexuyaye wê ta çi demekê berdewam be.