Dihok.. Xortekî xwe bi darvekir

Di bûyereke mijewî de, îro xortekî bajarê dihokê li bendavê dawî bi jîyana xwe anî, dema xwe bi kevirekê beravên bendavê ve bi darvekrî.

Îro roja yekşemî, xortekê bajarê Dihokê bi sedemeke nedyar, li bendava Dihokê dawî bi jîyana xwe anî, piştî bi kemera xwe a pantolê xwe bi kevirkê beravên bendavê ve helawîstî û xwe xendiqandî.

Hêmin Silêman berdevkê polîsên Dihokê di wê derbarê de dibêje: tu belge û pênas digel wî xortî de nebûne ku were zanîn çi kese, herweha sedema xwe kuştina wî jî heya niha eşkere nebûye.
Berdevkê polîsan amaje kir, ceseda wî xortî jibo pizîşê dad hat rewanekirin û doseya vekolînê li ser wê bûyerê dest pê kirîye.

Pustên heman beş