Wezîrê derve ê wîlayetên êkgirtî ên Emerîkayê îro ruja êk şem rêkeftî 8/9/2019 di hevdîtinekê de digel kenalê FOX, bi amaje dan bi pîrabonên Îranê hember suzên wê di peymana etomî a havîna sala 2015 de xweya kir tu caran Îran wê çekî navokî bi dest nexe, û her kareke lazim be Emerîka wî encam bide taku Îran negehe armanca xwe.
Mayîk pompêo di berisva pêşkeşkarê bername de sebaret ragihandina Îranê bo bikaranîna Santirfîojên pêşketî ji bu zîdetir pîtandina yoranîyomê zîdetir ji wê a bu hatye dîyar kirin di peymana etomî a sala 2015 de zelal kir ku Tiramp bi zelalî ev yek ragehandye ku wê Îran negehe destveanîna çekê navokî.
Di dirêjahîya axiftnên xwe de navbirî ragihand, herçend serok komarê Emerîka berî niha ragehandîye ku her tişt lazim be wê Emerîka encam bide taku bikare rêgir be ji destve anîna çekî navokî ji alyê Îranê ve, her weha umêdewarîya xwe dîyar kir bo wê yekê ku Cîhan bigehe Emerîkayê jibu rû bi rû bona van hewlên Îranê ji bo destxistna çekî navokî.
Pompêo ragehand ku hkumeta nha di demekê de hate ser kar ku hkometa burî a emerîkayî bi melyardan dular ji hkumeta îranî re dayî bun û ev yeke bbu alîkar jbu beref pêşde birna bernameya îranî di vî bwarî de.
navbirî bi dupat krin lser vî yekî ku hkometa serok tramp cudaye got: ((emê dgel dewletên kendavî û dgel îsraîlî û hemû hevalbendên xwe li sertaserî cîhanî ku gefên hebuna çekên navokî di rujhelata navînda û di îranîda fam dkin, wê hevpeymanîyn nu drust bkîn.
Pompêo da xuya kirin ku armanc eve şyanên komara îslamî di destxistina çekê navokî de sînurdar bikin û vê yekî serketin anye.
Navbirî ragihand Hîzbollahê îmkanîyatên kêmtir di destî de hene û rewşa mîlîşyatên ser bi îranê ve li îraqê jî her bi vî awayî ye.
Wezîrê derve ê Emerîka sebaret wan piroblemên aburî ên rû bi rû yê Îranê buy di niha de, bi amaje dan bi bihayê mendehuşkerê helkişana aburê di Îranê de, got ku dihê pêşbînî kirin ku berhemanîna ne xalis a netewî a Îranê di îsal de bi daketna 12 ta 14 ji sedê rû bi rû bibe û ev yeke dibe eger ku şîyanên Îranê ji bu berhem anîna alavên pîtvî ji bu meremên wan ên nebaş kêm bibe.
Pompêo bi dupat kirin liser vê yekê ku hikometa serok Tiramp hember Îranê ta niha serketin dest xwe ve anîye, carek din dupat kir ku wê Emerîka tu caran rê bi Îranê nede çekê navokî destve bîne.
Navbirî sebaret hevdîtna serkirdên Îranê û Emerîka di roniştina dahatî a netewên êkgirtî li nîyoyorik di heyva dahatî de got ku serok Tiramp wê mêze bike aye wê ev yek di berjewenda xelkê Emerîka de be yan ne.