Hevpeymanîya navdewletî: piştigirîya YPG wê berdewam be

Hevpeymanîya navdewletî eşkere kir ku yekîneyên parastna gel YPG tev berpirsyarîyên xwe ên lihevhatina navçeya aram bicih kirine.

Fermandarîya hevpeymanîya navdewletî a li djî DAÎŞ îro di beyaneke nivîskî de behsa rola yekîneyên parastina gel YPG di çarçûveya lihevhatina diristkirina navçeya aram a li rojhelata firatê kir û eşkere kir, YPG tev berpirsyarîyên xwe ên di wê lihevhatinê de, bicih kirine.

Hevpeymanîya navdewletî dibêje: pêgîrîya YPG bi bend û xalên lihevhatina navçeya aram, gaveke baş û erênî e û pêwîste ew yek hinekê ji tirsa Tirkyê nehêle.

Arteşên Emerîka û Tirkiyê duh dest bi gerên hevbeş li sînorê rojavaya Kurdistanê kirin, nexasme li navçeyên di nêvbera Girê Sipîyê û Serê Kanyê.

Di wan gerên hevbeş de, yekîneyên parastina gel YPG bi xwe çeperên xwe rakirin û arteşa Tirkiyê ew yek temaşe kir.

Hevpeymanîya navdewletî hevdem tekez kir ku piştigrîya wan li yekîneyên parastina gel wê berdewam bibe û lihevhatina navçeya aram tu ziyanekê naghîne wê piştgiryê.

Pustên heman beş