Şanda HDP û Serok komarê Îraqê civîyan

Hevdîtinên şanda partîya demokratîk a gelan HDP ên slêmanyê îro dest pê kirin û westgeha yekemîn a hevdîtnan, D.Berhem Salih Serok komarê Îraqê bû.

Şanda HDP bi serokatîya Sezayî Temelî hevserokê HDP, îro gehîşt Silêmanyê, jibo pêkanîna hevdîtnên li gel alîyên sîyasî ên wê parêzgehîyê û li berahîyê, li gel D.Berhem Salih serok komarê Îraqê û serkirdeyê partîya yekêtîya niştîmanî a kurdistanê civîya.

Civîna şanda HDP û serok komarê Îraqê li mala Berhem Salih birêveçû û herdu alîyan giftoguya rewşa navçeyê bigiştî û têkilyên dualî kirin.

Şanda HDP weke hevdîtnên pêştir ên digel serkirdeyên kurdistanê, piştgîrîya sîyasî ji Berhem Salih xwest.

Tê çaverê kirin, şanda HDP heyama 2 rojan li silêmanyê bimîne, di bernameya wan jî de heye, hevdîtnê digel hemû alîyên sîyasî ên wê parêzgehîyê pêkbînin.

Pustên heman beş