Partîyên kurdî ên Kerkûkê wê bi yek lîste tevlî helibjartinan bin

Partîyên sîyasî ên Kerkûkî îro bêy beşdarîya partîya demokrat a kurdistanê li Kerkûkê civîyan û gehiştin wê biryarê ku bi lîsteke yekgirtî, tevlî helbijartinên parêzgehîyan bibin.

Îro sibê hejmareke partîyên Kurdistanî li Kerkûkê, bêy beşdarîya PDK ê li baregeha partîya Şiyoî a Kurdistanê civîyan û di civînê de, lihevhatneke destipêkî jiboy diristkirna lîstek yekgirtî ji boy helbijartinên dahatî ên parêzgehîyan kirin.

Alyên ku ev civîn pêkanîn eşkere kirin, jibo ku dengên kurdan li Kerkûkê belave nebin, pêwîste ew bi lîsteke yekgirtî tevlî helbijartinê bibin.

Herweha eşkere kirin ku jibo wê lîsta yekgirtî, her alîyek wê 28 namzedan pêşkêş bike.

Partîya dîmokrat a kurdistanê, beşdarîya wê di civîna îro a alyên kurdî ên Kerkûkê de nebû, sedem jî bo wê yekê vedgerin ku wê partyê baykota piroseya sîyasî a Kerkûkê kirîye û dixwaze li berahîyê rewşa Kerkûkê jiboy pêşî 16 oktoberê were vegerandin, paş ewê tevlî piroseyê bibe.

Li gorî biryara perlemena Îraqê helbijartinên gera dahatî ên parêzgehîyan, wê li meha Nîsana sala dahatî a 2020 werin kirin.

Pustên heman beş