Serdozgerîya komarî a Tirkiyê, îro lêprisîn li gel berpirsên HDP, bi sûça gef kirnê li wan malbatên li ber baregeha wê partyê çalakîya rûniştnê di domînin, da destipêkirin.
Serdozgerîya komarî a Ameda bakorê Kurdistanê, di beyaneke nivîskî de eşkere kir, bi sûça ku berpirsên HDP ên bajaran, gef li wan malbatên li ber baregeha HDP ê çalakîya xwe a rûniştnê di domînin kirine, lêprisîn li gel wan hatîye destipêkirin.
Dozgerîya Amedê ew yek jî eşkere kirîye ku jiboy parastina wan malbatên derdûra baregeha HDP ê, wan fermana parastinê bi hêzên ewlehyê daye.
Tê zanîn hejmareke malbatan çend rojin bi behaneya ku zaroyên wan ji alîyê partîya karkerên kurdistanê PKK ve hatine revandin, çalakîyeke rûniştinê li ber derî û baregehê partîya demokratîk a gelan dest pê kirine.
Hinek ji wan malbatan jî eşkere kirine ku berpirsên navendên HDP ên bajaran gef li wan kirine û dozgerîya Amedê îro ferman daye lêprisîn li gel wan berpirsan were kirinê.