Perlemena Îraqê wê werzê xwe yê yasadanînê dest pê bike û di rê deye, bawerî ji 5 wezîrên hikûmeta federal were standin.
Tê pêşbînî kirin, perlemena Îraqê piştî bêhinvedana 10 Muheremê a roja duşemî 11 Îlonê, êkem civîna xwe ji werzê nû yê yasadanînê saz bike, hejmarek dosîyên giring di rêzê dene ku perlementerên firakisîyonên şîe mezheb xebatê li ser bikin, dîyartirîn wan dosîyan, lêprisîna hejmareke wezîrên hikûmeta federalin.
Havpeymanîya saîrûn, ewa raberê rewta Sedrî serperişitîya wê dike, eşkere kirîye, di civînên dahatî ên perlemena Îraqê de, 5 wezîr wê jibo lêprisînê werin vexwandin.
Herweha dîyar kirîye, wezîrên ku dê wern vexwandin, sûça gendelî û xemsarîyê li sere, tekez jî kir, her dema bersivên wezîran nebûn cihê rezamendîya parlementeran, wê deng li ser vekşandina bawerîyê ji wan were kirin.
Hevpeymanîya Saîrûn eşkere jî kir, hikûmeta federal bi dehan piroje yasa jibo serokatîya perlemenê şandîne û di werzê nû ê yasa danînê de, wê gotubêj li ser piranîya wan were kirin.