Brîtanya dixwaze herêma kurdistanê bi hêz û aram be

Mes’ûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Brîtanya li Hewlêrê kir

Roja dûşem 09.09.2019 li Selaheddîn  Mes’ûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê nû yê Brîtanya bi mebesta xwenasandinê serdana Barzanî kiribû, xweşhalîya xwe ji bo pêşveçûna piroseya sîyasî li herêma Kurdistanê û destbikarbûna hikûmeta nû ragihand û tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare ku herêma Kurdistanê bi hêz û aram bê û her wiha hêvî xwest peywendiyên Birîtanya û herêma Kurdistanê bê pêşxistin.

Her li vê civînê de pêşhatên siyasiyên Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate nirxandin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Pustên heman beş