Nêçîrvan Barzanî pesna rola Firansa kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê herêma Kurdistanê pesna rola serok Macron û Firansayê li piştgîriya herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku gelê Kurdistanê rêz û pêzanînên xwe ji bo dostayetî û piştgîriya Firansa heye û xwazyarê zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Firansa ye.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro yekşem 08/09/2019 li hevdîtinekê de li gel Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê nû yê Firansa li Hewlêr, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wî ya li erkê wî nû da, hêviya serkeftinê xwest û hemû piştgîrî û hêsankariyekî dûpat kir.

Her wiha rêzdar balkişand li ser rola Serok Macron Serokê Firansa ya li piştgîrîkirina herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo dest pê kirina diyaloga Hewlêr û Bexda ku li encamê da her dû alî karîn hengavên ji bo normal kirina peywendîyan û çareserkirina hinek ji kêşeyan bikin, her wiha piştgîrîya xwe ji bo hewlên Firansa ya bi navê çareser kirina nakokîyên di navbera aliyên sîyasiyên Kurdî yên li Kurdistana Sûrîye derbirî.

Li hevdîtinê de her dû alî tîşk xistin li ser rewşa ewlehî, sîyasî û abûrî ا Iraqê û tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengîya di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal ya ji bo parastina asayîş û aramîyê bi taybetî li navçeyên nakokî li ser kir. Konsolê Giştî yê Firansa li Hewlêr sipas û pêzanînên welatê xwe ji bo hevkarî û alîkarîên herêma Kurdistanê ya ji bo koçber û penaberan dûpat kir.

Her wiha tîşk xiste li ser serdana çaverê kiriya serokê Firansa Emmanuel Macron ya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Pustên heman beş