Mes’ûd Barzanî: pêşmergey hemû hevkêşe guherandin û kurdistan parast

Roja dûşem 09.09.2019 li Selaheddîn Mes’ûd Barzanî Serokê partîya demokrat a kurdistanê li gel Berpirsên Leq û Navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê li tixûb û sînorê parêzgehên Dihok, Mûsil û her sê Encûmena Serkirdayetiya Hewlêr, (Kerkûk – Germiyan) û (Silêmanî – Helebçe) civiya.

Li vê civînê de Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û qonaxa piştî referandûmê û her dû hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û Parlemena Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Mes’ûd Barzanî sipas û pêzanînên xwe ji bo rola endam û kadruên PDK derbirî ku ji bilî hemû giriftan û wan hemû pilangerîyên dijî PDK li holê da bû, lê belê bi hîmmet û xweragiriya endam û alîgirên PDK, Partî li ser asta Iraq û Kurdistanê bû bi partiya jimare yek.

Her wiha rola kadruên PDK bilind nirxand ku bi xweragirî û bawerî bi xwe bûnê ve di demên teng da li sengerê parastina Kurdistanê dane û eger PDK neba niha ne Herêm dima û ne rûmetek ji bo gelê me dima.

Her li vê civînê de Barzanî sipasî a xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremanîya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û şerê berevaniya li keramet û axa niştiman kir û ragihand: Em hemû qerzdarê Pêşmergene, ji ber ku Pêşmerge hemû hevkêşeyan guherand û Kurdistanê parast.

Barzanî tekez kir ku PDK di demek da ji dayîk bû ku gelê me li bêhêvîyeke mezin da bû, PDK bû hêviya gel û ji wê rojê ve PDK xwedî armancekî stratejiye hîç paşvekêşiyek jî ji wê armanca stratejîyê nakîn, ji bo wê yekê PDK herdem bi navê parastin û bexteweriya gelê me da qurbaniyê daye û tu demek jî ji berpirsiyariyê narevîn.

Herwiha Barzanî ragihand ku ew dû serkeftina PDK li hilbijartinên derbasbûyî de li ser asta Iraq û Kurdistanê bi dest ve anî, padaşta gelê Kurdistanê ya ji bo helwestên negûher û stratejiyên PDK û berevaniya me ya li Kurdistanê bû.

Her li vê civînê de balkişand li ser rewşa jîyana kadruên PDK û wan dijwarîyên ku rû bi rûyê wan dibê û bi têrûtije behsa wan hengavan kir ku dibine sedema berev pêşve birina karubarê PDK û baştirkirina jîyana kadîran.

Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda û rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, Barzanî balkişand li ser wê yekê ku niha guftûgo û danustandin heye û hengavên baş çûne pêş û hêvî dikîn hemû kêşe bi diyalogê bêne çareser kirin, bi taybetî kêşeya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê.

Her li vê civînê de dergeha guftûgo û pirsiyaran hate vekirin û Barzanî bersîva pirsiyar û têbînî û pêşniyarên amadebûyan da.

Pustên heman beş