Qayimiqamê Şingalê û şêwermendê parlementoya Kurdistanê jibo karên Êzdîyan eşkere kir ku guherîneke dîmografî li ber çavên desthelatê li Şingalê tê kirin û tu alîyek jî deng nake.
Mehma Xelîl qayimqamê Şingalê di beyaneke nivîskî de eşkere kirîye, navçeya Şingalê a rojavaya parêzgeha Neynewayê, bi haydarî û li ber çavên desthilatê, a himberî karên têkderane dibe, ew yek jî ji alîyê mîlîşyayan û çekdarên dervey sînoran (PKK) ve tê kirin.
Herweha dibêje: li gorî yasa û destûra Îraqê, erkê hikûmeta Îraqê ye rêgirîyê li wan karên têkder ên li Şingalê bike, lê ew gave ji ailyê hikûmetê ve, nayê dîtin.
Di mijara awareyan jî de, qayimqamê Şingalê da xuyakirin, di dema 5 salên raborî de, wan çendîn nivîsarên fermî jibo vegerîna awareyan bo cih û warên wan li Şingalê, şandine Bexdayê, lê tu gîrnigî pê nehat dayîn, lew tê fam kirin ku hikûmeta Bexdayê di pirsa vegerîna awareyan de, cidî nîne.
Mehma Xelîl di mijareke din de got: hikûmeta Îraqê danpêdan kirîye ku Şingal navçeyeke karesatbar, herweha hinek biryarên grêday seqamgîrîya wê navçeyê derkirne, lê hîna niha tu biryarek ji wan nehatîye bicîkrin.
Bi gotna qayimqamê Şingalê, ji sercema 360 hzar awareyan ku sedî 85 ji wan rûniştvanên Şingalê ne, tenê hejmareke kêm vegeryane, belku tenê ew aware vegeryane ku navçeyên wan di dest hêza pêşmerge de ne.