Nêçîrvan Barzanî: pêwîste alîkarîya yonamîyê jibo Kurdistanê berdewam be

Serokê Herêma Kurdistanê, îro digel nûnera taybeta netewên yekbûî li Îraqê civîya û tekez kir ku pêwîste alîkaryên yonamîyê jibo Îraqê û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serok Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazîya xanima Cênîn Plasxart, nûnera taybeta netewên yekbûî yonamîyê li Îraqê kir û di hevdîtnê de, kêşeyên nêvbera Hewlêr û Bexdayê de, herweha bernameya alîkarîyên neteweyên yekbûî jibo Îraqê û herêma kurdistanê, gotubêj kirin.

Barzanî, tekez kir ku gotubêjên herêma kurdistanê û Îraqê jibo çareserkirna kêşeyên asê pêwîstî bi mîkanizmeke guncaî heye, merc jiî nîne lîjneyên hevbeş sîyasî bin, belku hinek caran lîjneyên teknîkî jî wê pêwîst bin.
Nêçîrvan Barzanî pesna rola tîma yonamîyê di alîkarîya Hikûmetên Îraqê û Herêma Kurdistanê de kir û xwast ev alîkarî berdewam be.

Barzanî û xanma Cênîn Plasxart, têkilîyên Hewlêr û Bexdayê, dosyên budceya giştî a Îraqê, parêzgerê Kerkûkê û awayê hilbijartina wê, rewşa aware û penaberan û pirsa vegerîna wan, herweha pirsa awareyên Êzdî û navçeya Şingalê jî, gotubêj kirin.

Pustên heman beş