Mes’ûd Barzanî û wezîrê pilandanana Iraqê civîyan

Roja sêşem 10.09.2019 li Selaheddîn Mes’ûd Barzanî pêşwaziya Dr Nûrî El Dilêmî Wezîrê Pilandanana Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Plandanana Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola Barzanî ya li qonaxên cûr bi cûrên jîyana sîyasî ya Iraqê hebû û hewlên ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û berevanî kirina li pêkhatan bilind nirxand. Sipasî a Barzanî û xelkê herêma Kurdistanê jî kir ku li rojên dijwarê şerê DAÎŞ da mêhvandarîya sedan hezar koçberên Iraqê kiriye.

Wezîrê Pilandanan destxweşiyê li Barzanî kir ku rênîşander û şîretê li Parlementerên Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê kiriye ji bo ku berevaniyê li maf û daxwaziyên hemwelatiyên parêzgehên dinê Iraqê jî bikin.

Her li vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û planên Hikûmeta Iraqê ya li ser proseya geşepêdana li navçeyên cûda cûdayên Iraqê û her wiha avadankirin û baştirkirina jiyana xelkê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Pustên heman beş