Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa Mezina Îlûl bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşekî siyasî û civakî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bi hêz ji bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê danî.
Li şoreşa Îlûl da Pêşmerge, kadîr, mamosta, xwendekar, jin û hemû çînên civaka Kurdistanî ji netewe û olên cûda cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi pêkve û ji bo yek armanca pîroza neteweyî û niştimanî xebatê kirin û dîrok û serweriyê tomar kirin. Ew destkeft û azadiya niha heye berhem û berdewamiya qûrbanîdan û têkoşîna zarok û gedeyên gelê meye li şoreşa Eylûlê da. Her li vê şoreşê da bû ku îrade û xweragirî û evîna niştiman li nav rêzên gelê me ewqas bihêz bû ku herdem dijminê pirçek li beranber da dişikiya û cara dawî wê îradeya dijmin anî ser masaya danustandinê.
Şoreşa Mezina Îlûl hem bi dijî sîtemkariyê bû, hem jî pêgihandina mirovên Kurdistanê, ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê mafênp xwe binasê û bihaya bilinda mirovane û Kurdperwerane li nav xelk û kadîr û Pêşmerge da dirust bibê. Bi cûreyek ku li beranber dijmin da jî bi tenê ji bo carek jî, şoreş dest ji bo kirdareke nebir ku nakok bê li gel biha û yasayên ceng.
Wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimînê û bibin çira û rênîşandera paşaroja me û nifşên paşarojê.
Li salvegera pencih û heşt saliya hilpêkirina şoreşa Îlûlê da, pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehreman û wan têkoşeran heye ku li şoreşa Îlûlê da rola xwe hebûye û ked û xebatê kirine qurbaniyê dane, çi ewên li nav me da nemane û çi jî ewên ku hê jî li jîyanê da mane. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Îlûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.
Mesûd Barzanî
10 ê Îlûla 2019