Cêgirên Serokê Herêma Kurdistanê dest bikar bûn

Serokê Herêma Kurdistanê fermaneke herêmî ji bo cêgrên xwe derkir û herdu cêgir bi fermî dest bi karê xwe kirine.

Di ragihandinekê de Fewzî Herîrî serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê fermaneke herêmî ji bo dest bi kar kirina her du cêgirên Serokê Herêmê derkirin, ku ev tekesta wê fermanê ye:

Ragihandinek ji Serokatya Herêma Kurdistanê:
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herîma Kurdistanê li destipêka vê hefteyê, roja yekşemî 8/9/2019 fermana Herêmî ji bo dest bi kar bûna Cefer Mistefa Elî û Mistefa Qadir Mistefa weke cêgrên Serokê Herêma kurdistanê der kir.

Fewzî herîrî
Serokê dîwana serokatya herîma kurdistanê
10/9/2019

Pustên heman beş