Mes’ûd Barzanî: piştevanîyê li dîyaloga li ser bingeha destûr dikîn

mes’ûd Barzanî serokê partîya demokrat a kurdistanê
îro roja çarşemî li Selaheddîn pêşwazya Biran Micfêters, cîgrê hinartyê serokê Emerîka ê nû li Îraqê kir.

Li hevdîtnê de ku Steven Fagin konsolê Emerîka li Hewlêrê Amade bû, di destipêkê de cîgrê hinartîyê serokê Emerîkayê bo Îraqê şadbûna xwe bi vê hevdîtnê ragihand û ji blî bilind nirxandna rola Barzanî a li piroseya sîyasîya Îraqê û navçeyê de, ragihand ku ew hatne nerîna Barzanî a di derbarê rewşa niha a giştî a Îraqê û navçeyê û peywendîyên Herêm û Bexdayê de bizanin.

Li hevdîtnê de bi dirêjî behsa guftûgoyên di navbera Herêm û Bexdayê de hait kirin û Barzanî careke din tekez kir ku ew wê piştevanîya dîyalogêya li ser bingeha destûr û çareserîya kêşeyan kin. Her weha rewşa sîyasîya navçeyê û gefên DAÎŞ xistin ber behis û guftûgoyan.

Barzanî raighand ku her çende DAÎŞ li rûyê şere bereyî ve şikaye, lê belê ji nav neçûne û mijûlî xwe rêxistnê ne.

Her weha tekez kir ku DAÎŞ gefe li ser hemû alîyekî, ji bo hinek alîyan gefeke nêzîk û ji bo hineke din gefeke dûr dirêje, behsa wan sedeman jî kir ku DAÎŞ pê dirist bûy û ku hîna niha ew sedem nehatine çarekirin.

Her li vê civînê de pêşhatên sîyasîy ên herî dawî ên Îraqê û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hatine guftûgokirin.

Rewşa Sûryê mijareke din a vê hevdîtnê bû û Barzanî dilgranî û têbînîyên xwe yên li ser rewş û paşeroja gelê kurd li Sûrîyê bi şanda mîhvan re gihand.

Pustên heman beş