Nêçîrvan Barzanî serexweşîyê li malbatên qurbanîyên Kerbelayê dike

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serexweşîyê jibo malbatên qurbanyên bûyera duh a Kerbelayê kir û berhevîya Herêmê jibo pêşwazîkirinê li birîndarên bûyerê derbirî.

ev jî tekesta wê peyamê ye:
Pirse û serixweşîyên xwe ên kûr pêşkêşî malbatên qurbanîyên rûdana kerbelayê dikîn ku li encama qerebalixê û li ser yek da ketna beşdarên merasîma olî a şî’eyan, zêdetrê 30 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Bi dil ve hevxem û hevsozê wanîn û xwedayê mezin sebir û hedarê bide wan, hêvya beheştê ji bo qurbanîyan û bilez başbûna birîndaran dixwazîn.

Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarîyeke pizîşkî û pêşwazîkirina birîndaran amadeye.

Pustên heman beş