mes’ûd Barzanî îro pêşwazîya şandeke encûmena niştîmanî a kurdî li Sûryê kir û pêşhatên herî dawî ên Sûrîyê û rojava yê Kurdistanê gotubêj kirin.
Îro roja pêncişemî li Selaheddîn mes’ûd Barzanî pêşwazîya şandeke encûmena niştîmanî a kurd li Sûryê kir ku ji Kamîran Haco berpirsê têkilîyên encûmenê û Îbrahîm Bro endamê encûmena nîştîmanî a kurd li Sûrîyê, pêkhatbûn.
Li hevdîtnê de, pêşhatên sîyasî ên herî dawî a Sûryê û helwesta welatan li ser qeyrana Sûrîyê û hevkêşeyên meydanî û sîyasî ên niha ya li ser asta Sûrîyê û navçeyê gotubêj kirin.
Her li vê civînê de, ronahî xistin li ser helwesta alî ên kurdî ên Sûryê û di derbarê rewşa giştî a Sûryê û pêşeroja gelê kurd li welatî, Barzanî nerîn û şîretên xwe ji bo şanda mêhvan hebûn.