Goranê heyeteke nû jibo encûmena xwe a giştî helbijart

Encûmena giştî a tevgera goranê, îro civîya û bi helbijartinan, heyeteke nû jibo serokatîya encûmenê destnîşan kir.

Îro li bajarê Silêmanîyê ê herêma başorê Kurdistanê, encûmena giştî a tevgera goranê ku bi parteke opozisyon tê naskirin, civîya û heyeteke nû jibo serokatîya encûmenê destnîşan kir.

Li gor dengan Cemal Hacî Mihemed, jibo serokatîya encûmena giştî a goranê hat helbijartin,  Elî Ebdulla, weke cêgirê serok û pêşrew Reûf, weke sekerterê encûmenê hatin helbijartin.

Li gor destûra hundir a tevgera goranê, Serokê encûmena giştî, hemwext dibe endamê komîteya raperandinê.

Li gor çavkanîyan, roja serê heftîya dahatî, helbijartina rêbereke nû jibo tevgera goranê wê were kirin, herweha endamên komîteya raperandinê wê werin helbijartin û ta wê demê navên namzedan wê werin nivîsandin.

Pustên heman beş