Encûmena parêzgehî a Hewlêrê, payîtexta herêma başûrê Kurdistanê, îro civîya û parêzgereke nû li şûna Newzad Hadî, ê parêzgerê niha, hilbijart.
Îro roja pênc şemî encûmena parêzgehî a Hewlêrê, jibo hilbijartina parêzgereke nû civîya, di civînê de û bi dengdana endamên encûmenê, D. Ferset Sofî, namzedê firaksîyona parta demokrat a Kurdistanê, ku firaksîyona herî mezin a encûmenê ye, weke parêzgerê nû ê Hewlêrê hat diyar kirin.
Li gor yasaya encûmenên parêzgehîyan a sala 2009an a herêma başûrê Kurdistanê, pêwîstî a parêzgehê nû hilbijartî bi 51% a dengên endamên encûmenê heye, hemwext pêwîstîya bi sûnd xiwarina yasayî li himberî Serokê herêma Kurdistanê.
Ferset Sofî di civîna îro de, berbesta 51% a dengan derbas kir û weke parêzgerê nû ê Hewlêrê hat hilbijartin û dê şûna Newzad Hadî ê parêzgerê niha, cî gire.