Nêçîrvan Barzanî: baş kirna abûrîyê pêwîstî bi hengavên çalaktir heye

Serokê herêma kurdistanê îro roja pêncişemî pêşwazîya wezîrê pilandanîna Iraqa federal kir, weberhênana bîyanî, serjimêrî a giştî û hemwext avedankirina navçeyên zirar berketî ên şerê terorê gotubêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî, tekez li ser hatin a sermaye û weberhênana bîyanî ji bo Iraq û herêma kurdistanê kir û handan, rêxweşkirin û pêşkêşî kirina hêsankarîyê ji bo weberhênana bîyanî û her wiha rexsandina derfetên zêdetir ji bo kertê tayîbet li vê qonaxê û qonaxên paşaroja Iraq û herêma kurdistanê de, bi pêwîstîyeke pêşîne di de zanîn.

Li hevdîtna li gel d. Nûrî Sebah El Dilêmî, wezîrê pilandanîna Iraqê, Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pêşxistin û pêşketina abûrîyê li Iraq û herêma kurdistanê û başkirna rewşa abûrî li welat, pêwîstî bi sîyaset, rêxistin, plan û bernameyeke baş heye û hemwext kargêrî a darayî û avêtina gavên çalaktir.

Li hevdîtna ku îro pêncişemî li Hewlêr birêve çû, her dû alî hengav û amadekarî a encamdana serjimêrî a giştî li Iraqê û girîngî a hevkarî û hemahengîên alîyên peywendîdarên hikûmeta federal û hikûmeta herêmê û alîyên navdewletî li vê piroseyê de, nirxandin.

Amadekirina pirojeya budceya giştî a Iraqê ji bo sala 2020an û piroseya avedankirina navçeyên zîyan berketî ên şerê terorê, bi taybetî parêzgehî a Mûslê û ew hengavên heta niha li vî warî de hatine avêtin, mijarên din ên vê hevdîtnê bûn.

Pustên heman beş