Encûmena niştîmanî a tevgera goranê, îro li Silêmanîyê hilbijartinên Rêberê tevgerê kirin û Omerê Seyîd Elî ê rêberê niha, car din ji bo wê postê hilbijart, çavdêr û sîyasetvanan, ev gava goranê rexne kirin û gumana xwe ji karîna tevgerê jibo guherînan nîşan dan.
Tevgera goranê ku bi parteke lîbral li herêma başûrê kurdistanê tê naskirin û li gora berjewendî a xwe car weke opozisyon derdikeve holê car jî tevlî hikûmetê dibe û destê xwe dixe dest partên desthilatdar.
Encûmena niştîmanî a wê tevgerê îro kongreya xwe saz kir, têde hilbijartin jibo endamên komîta raperandinê û rêberê tevgerê ku navê rêkxerî lê dikin, birêveçûn.
Di hilbijartinê de, Omerê Seyîd Elî ê rêberê niha ê goranê, car din jibo wê postê hat hilbijartin ku 2 namzed jibo wê postê hebûn, lê weha derket holê ku namezdê din ewê bi navê Şoriş Hacî, namzedeke wêneyî bû û goranê ew tenê jibo wê yekê namzed kirbû jibo ku hilbijartin û dengdan were kirin.
Li gorî destûra goranê, bi wê hilbijartinê, Omerê Seyîd Elî dê jiboy dema 2 salên din rêberatîya tevgera goranê bike.
Hejmareke çavdêr ên sîyasî ên herêma başûrê kurdistanê, hilbijartina duwemîn a Seyîd Elî jiboy rêberatîya goranê, rexne kirine, ewan xweya kirine ku ev gava goranê bi berevajî aydolocîya û tekoşîn û hîna navê tevgerê bi xwe tê hejmar kirin, ew tevgera ku banga guherînê û çaksazîyan li herêma başûr dike, lê weha derket holê ku karîna wê jibo guherînan tenê silogane û esas jibo tuneye.
Tevgera goranê li sala 2009an derket holê, Newşêrwan mistefa rêberê wê bû ta wexera wî a dawî ê li sala 2017an, kadirên ku ew tevger dirist kirî ji yekîtîya niştîmanî a kurdistanê cuda bûne, ji derketina xwe jî banga guherîn û çaksazîyan li herêma başûrê kurdistanê dike.