Hêzên ewlehîyê ên tirkiyê, bi sedema teqîna ku şevê din li Pasora navçeya Amedê çêbûye, hevserokê parta demokratîk a gelan HDP, ê wê navçeyê girtin.
Di operasîyonekê de, îro hêzên ewlehîyê ên tirkiyê bi ser mala hevserokê şaxa Pasorê a navçeya Amedê de girtin û her rast desteser kirin, sedem bo teqîna şevê din a wê navçeyê vedigere, her wiha hevserokê şaredarîya Pasorê ku ji HDP ye hat girtin.
Piştî teqîna şevê din a Pasorê û ji encama lêkolînan ku îro dijwar bûne, herdu berpirsên HDP ên Pasora navçeya Amedê hatin girtin û hêzên ewlehîyê jî operasîyonên xwe di domînin.
Di teqîna şevê din a Pasora navçeya Amedê de, 7 kesan canên xwe ji dest dane, her wiha 10 kes birîndar bûne, çavkanî ên saxlemî xweya dikin ku rewşa hinek ji birîndara pir xirabe.