HDP teqîna Amedê bi tundî şermezar kir

Parta demokratîk a gelan HDP, teqîna Amed a bakûrê kurdistanê ku 17 kes têde bûne qurbanî, bi tundî îdane dike.

Di beyaneke nivîskî a hevpar de, Sezayî Temelî û Perwîn Boldan, hevserok ên parta demokratîk a gelan HDP, teqîna li Pasora navçeya Amedê bi tundî şermezar kirin û sersaxî jibo birîndarên wê bûyerê xwestin.

Hevserokên HDP di daxuyaniya xwe da weha gotine: ev rewş nayê qebûl kirin, divê lekolîneke berifreh were kirin û ji rayedaran xwestin kesên ku ji wê bûyerê berpirsyar eşkere bikin.

Di alîyekê din de, hevserokê HDP behsa binçav kirina hevseroka HDP a şaxa Amedê kirine ku îşareta gomanê ye.

Di dawî a beyana hevserokên HDP de hatîye: em jibo aşîtî, aramî û jîyaneke mirovî tekoşînê dikin û tekoşîna me jî divê çarçûvê de, wê bidome.

Pustên heman beş