Êrîşeke terorî 17 kes li Amedê kirin qurbanî

Di êrîşeke de ku bi bombên bi dest çêkrî hat kirinê, 17 kes li Amed a bakûrê kurdistanê, canê xwe ji destdan û birîndar bûn.

Şevê din û bi egera bombeke bi dest çêkrî ku li ser rêya li navbera Pasora navçeya Amedê û Mûşê hatbû danîn, bi mînîpaseke sivîlan ve teqîya, bi sedema wê 7 kesan canê xwe ji dest da û 10 ên din birîndar bûne.

Hikûmeta tirkiyê û wezareta wê a karên hundir, parta karkerên kurdistanê PKK bi wê êrîşê sûçbar dike û ragihand, ew tekuşîna xwe a li dijî PKK bidomînin.

Piştî bûyera teqînê, hêzên ewlehîyê her rast birîndar jibo nexweşxaneya Amedê a dewletê veguhastin û çavkanî ên tenduristîyê eşkere kirine ku rewşa hinek ji birîndaran gelek xirabe.

Hat ragihandin ku ew mînî pasa bombeya bi dest çêkrî pêve teqîyaye, 20 karker têde bûn û jibo kom kirina daran ber bi Mûşê bi rêketbûn.

Pustên heman beş