Parêzgerê Hewlêrê sonda yasayî xwar

Parêzgerê nû ê Hewlêrê îro sonda yasayî li himberî serokê herêma Kurdistanê xwar û bi fermî weke parêzgerê paytexta Kurdistanê dest bikar bû.

Piştî derçûna fermana herêmî a ji bo dest bi kar bûna parêzgerê nû ê Hewlêrê, berî nîvro a îro roja duşemî di rêwresmekê de li ber Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê, Ferset Sofî weke parêzgerê nû ê Hewlêrê sonda yasayî xwar.

Li rêwresmê de ku birêz Rêber Ehmed wezîrê nav xwe amade bû, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî a dest bikar bûnê li Ferset Sofî kir û hêvîya serketinê ji bo wî xwast.

Her weha spas û pêzanînên xwe jî ji bo kar û xizmetên Newzad Hadî ê parêzgerê berê ê Hewlêrê şandin.

Pustên heman beş