Serokê herêmê roja cînosayda Êzdîyan pejirand

Serokê herêma kurdistanê, îro fermana perlemena kurdistanê a dîyar kirina 3î Tebaxê, weke roja cînosayda kurdên Êzdî pejirand.

Nêçîrvan barzanî, îro îmza xwe li ser fermana perlemena Kurdistanê a dest nîşan kirina roja 3î Tebaxê weke roja komkujî û cînosayda kurdên Êzdî kir, bi wê yekê pejirandin û rezamendî a serokê herêma Kurdistanê bi fermanê re çêbû.

Perlemena kurdistanê li roja 3î Tebaxa îsal civîya û 3î Tebaxê weke roja cînosayda kurdên Êzdî pejirand bû.

Di proje yasaya perlemena kurdistanê de hatîye: ew komkujyên di rasta kurdên Êzdî de li navçeyên kurdistanî hatîn kirin, tawanên mirovî û ên cengî li xwe digrin, desthelatên destûrî ên Iraqa federal ji qerebo kirin û dayîna maf û îmtîyazatên kesên ku zirar dîtîne, berpirsyare.

Pustên heman beş