Balefrên tirkiyê PKK ê li Metînî bordoman dike

Bordomanên tirkiyê li ser gerîlayên parta karkerên kurdistanê PKK ê li nav sînorên herêma başûrê kurdistanê berdewam dikin, îro jî bo cara sêyemîn êrîş bi balefirên cengî hatin kirin.

Li gorî agahîyên herî dawî, balefirên cengî ên arteşa tirkiyê, îro roja duşemî car din hereketên gerîla ên parta karkerên kurdistanê PKK ê, li sînorê gundewarê parêzgehîya Dihokê a başûrê kurdistanê kirine amanc.

Ev êrîş ku ya sêyemîne ji serê sibê tê kirin, li çîyayê Metîn ê li nêzî gundê guherzê hat kirin, lê hîna niha tu zirarên wê nehatîne eşkere kirin.

Balefrên tirkiyê îro serê sibê du cara êrîşî PKK ê li nav sînorên herêma başûrê kurdistanê kirine, wezareta karên hundir a tirkiyê jî eşkere kir ku 3 gerîla di êrîşê de hatine berteref kirin.

Pustên heman beş