Hikûmeta herêmê wê bi amadebûna wezîrê daraîya Iraqê bicive

Wezîrê daraîya Iraqê îro wê seroktîya şandekê jibo Hewlêrê bike ku bi amanca gotubêja melefa budca am, ew serdan tê pêkanîn.

Çavkanîyên hikûmeta herêma kurdistanê eşkere kirin, îro şandeke Bexdayê bi seroktîya d. Fuad Hisên wezîrê darayî ê dewletê, wê serdana Hewlêrê bike ji bo ku beşdarî civîna encûmena wezîran a herêma kurdistanê bibe.

 Hat ragihandin, Fuad Hisên wê êvara îro bigehe Hewlêrê û her rast wê beşdarî civîna encûmena wezîran a herêma kurdistanê bibe.

 Gotubêja budca am, melefa îltîzama darayî, her wiha giriftên asê mayî ên li navbera hewlêr û bexdayê, wê di cvîna encûmena wezîran de, bikevin li ser mêza muzakereyê na.

Pustên heman beş