Balefrên cengî ên Tirkiyê, îro jî bordomana hereketên PKK li nav sînorên herêma kurdistanê kirin û 3 gerîla li çîyayê Garey ê sînorê parêzgehîya Dihokê, şehîd ketin.
Li gor daxuyanî ya wezareta parastina neteweyî a tirkiyê, hat dîyar kirin li çîyayê Garey li herêma kurdistanê û di çarçûveya operasîyona pencê de, îro balefirên cengî, êrîş li ser hereketa parta karkerên kurdistanê pêkanîn.
Hat dest nîşan kirin ku di wê êrîşa asîmanî de, 3 gerîlayên parta karkerên kurdistanê PKK ê, hatine berteref kirin, her wiha stargeh û baregehên PKK ê hatin jinav birin.