Hevseroka şaredarîya Gogisê hat desteser kirin

Hêzên ewlehîya Tirkiyê, îro Melîke Goksu, hevseroka şaredarîya Gogisê a navçeya Erzromê desteser kirin, piştî ku bi sûça endambûna rêkxistineke qedexe krî hatî sûçbar kirin.

Li gorî agahîyan, hêzên ewlehîya Tirkiyê ên parêzgehîya Erzromê îro Melîke Goksu hevseroka Gogisê a navçeya Erzromê desteser kirin, piştî ku erebeya wê li ser rêya sereke a Erzerom û Erzîncana bakûrê kurdistanê hat sekinandin.

Her wiha hat eşkere kirin ku 2 endamên meclîsa şaredarîya Gogisê jî digel Melîke Goksu de hatine desteser kirin.

Tê zanîn hevseroka şaredarîya Gogisê li ser dozeke berîya niha di derheqa wê de hat desteser kirin ku doz girêdayî endametî a wê ye, di rêkxistneke qedexe krî de.

Pustên heman beş