Parêzgehîya Colemêrgê a bakûrê kurdistanê, bo dema mehekê hemû çalakî li navenda bajar û navçeyên wê, qedexe kirin.
Parêzgehîya Colemêrgê di beyaneke nivîskî de ku îro weşandîye, eşkere kir li bajarê Colemêrgê û navçeyên wê bo dema mehekê û heta roja 15 cot mehê, li darxistina xwepêşandan, meş û mîtîngan, vedana xîbetan û hemû core çalakî hatine qedexe kirin.
Parêzgehîya Colemêrgê ev biryara qedexê ragihand sedemên wê jî eşkere ne kirine.