Barzanî ji Berhem Salih re çi got?

Barzanî çi şîretek li Dr. Berhem Salih kir?

Serokê parta demokrat a kurdistanê, îro, pêşwazîya serok komara Iraqê kir, Barzanî bi Berhem Salih re, pêwîstiya pabend bûna bi destûra Iraqê tekez kir.

Îro roja çarşemî 18.09.2019 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê parta demokrat a kurdistanê pêşwazîya Dr. Berhem Salih Serok Komarê Iraqê û şandeke di gel de kir ku ji Dr. Fuad Hisên Cêgirê Serok Wezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed endamên mekteba Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê amade bûn, di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û rayan kirin.

Her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, bi taybet pirsên budceya giştî ya sala nû ya Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê û dariştina yasayan û gef û metirsiyên terorê. Li vî derbarî de tekez li ser berdewamiya diyaloga çareser kirina kêşeyan bi giştî û pabend bûna bi destûr kirin.

Her li vê hevdîtinê de piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan kirin.

Barzanî çi şîretek li Dr. Berhem Salih kir?

Pustên heman beş