Rewş pir xeter ket hengavên Bexdayê bi tirsin

Rewş pir xeter ket hengavên Bexdayê bi tirsin

Hikûmeta herêma başûrê kurdistanê, pakêceke daxwazyan dane hikûmeta federal ji bû ko nîqaşê li ser bikin, tev daxwazyên hikûmeta başûr, girêdaî budca sala 2020an, hikûmeta başûr ev pakêc bi Bexdayê re şandiye, dema ku zenga xeterê hatî bihîstin.

Li gorî agahîyan, piştî çendîn rojên nîqaş û muzakeryê, li navbera wefdên hikûmeta federal û wefda hikûmeta başûr, hikûmeta Kurdistanî daxwazî ên xwe hene, lê belê jibo vê gerê, daxwazî bi pakêceke 6 birge danîne ber sînga Bexdayê, tev birge jî bi îltîzama darayî a herêmê, her wiha çi hengavek pêwîste Hewlêr di melefa neftê bihavêje.

Ev jî pakêca ku Hewlêrê danîne ber sînga Bexdayê:

Birga 1:

Hikûmeta herêma kurdistanê wê petrolê bide Bexdayê bi wî mercê ku dirav û dahatyê wê, bikeve di bankeke Nîyoyork a Emerîkayê de, taybet banka federal a bi navê FDA û li wirde, hesabeke taybet bi herêmê ve were çêkirin ku Bexdayê desthelit li ser nebe.

Birga 2:

Bexda tev xericîyên diravî bide wan şirketa ku li herêma kurdistanê karê derxistina petrolê dikin, her wiha dayîna qerzên herêmê bi qerzên Tirkyê ve.

Birga 3:

Bexda 1.5 milyar dolarên Emerîkî bide hikûmeta herêmê ji bo ku herêm mûçeyên wezîfedarên xwe ên 3 mehên paşketî ên sala 2019an îda bike.

Birga 4:

Girentî kirina şandina mûçe û budceya herêmê ji Bexdayê bê kirin, digel budca derman û xizmetguzaryan.

Birga 5:

Bexda pabend yê bi dayîna xericîyên veguhastna petrolê jibo bendera Ceyhan a Tirkiyê bike.

Birga 6:

Dest nîşan kirina nûnerê herêma kurdistanê di şirketa Somo de, lê belê piştir mehane rapor jibo encûmena wezîran bihê şandin ne jibo wezareta petrolê, sedema wê daxwazyê jî ewe ku herêmê guman heye Somo anku şirketa neteweî a petrola Iraqê, niha hinek mîlîşya û çeteya kontrol kirine.

Pirsa her xeter ku derketye holê ewe ku her çende hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê ev daxwazî ne weke merc himberî Bexdayê kirine, lê belê her çi be, bcî kirina wan ji aliyê Bexdayê ve, ne hêsane.

Agehîên nefermî eşkere kirine ku tevî ku muzakere û nîqaş di dome, lê ger li hevhatineke polayî li nêvbera Hewlêr û Bexdayê de neyê kirin, Bexda wê mûçe û budca herêmê qut bike.

Pustên heman beş