Serok komarê tirkiyê, li ser zîndan kirina hevserokê berê ê parta demokratîk a gelan HDP’ê daxuyanî da û got: “emê doza Selaheddîn Demîrtaş ta dawîyê bişopînin û wî na berdin”.
Receb Teyîb Erdogan, îro di merasîma pêşangeheke teknolojîyê de, di derbara doza Selaheddîn Demîrtaş, hevserokê berê ê HDP’ê de, hinek daxuyaniyên wî hebûn û got: “ger li vê dewletê lêgerîn li qatila bê kirin, nepêwîste li nav u nîşanên wan bigerin, xwe ger parlementer bin, gel wan kesên bang li hemwelatî yên Amedê kirî werin kolanan nas dikin ku li wê demê ew kar bû sedema mirina 53 kesan”.
Erdogan dibêje: “emê wî karî heta dawîyê bi şopînin, em wana na berdin, heger em berdin, şehîdên me wê hesabê ji me bipirsin kanê çima ev berdan çêbû”.
Erdogan li ser seredana Emerîka jî wiha axvî: “emê di derbara pêşhatên li dewleta me û navçeyê û cîhanê, bi nûnerên welatan re li Nîyoyorkê bicivin, helbet hinek gef hene û emê wan gefan ku bi fikra me bandorê dike ser jîyana gelê tirkiyê, bi eşkere digel Emerîka û nûnerên welatan nîqaş bikin”.
Serok komarê tirkiyê, îro jibo tevlîbûna civîna 74an a netewên yekbûîy wê serdana Emerîkayê bke, ev serdan jî wê 4 rojan bidome.
Hikûmeta tirkiyê li ser pirseke girêdaî parta karkerên kurdistanê li sala 2016an desteser kir, daxwaza sizayê 142 salên zîndan kirinê jibo dihat kirin, lê HDP’ê dibêje: ev desteser kirin sîyasî ye.
Hemwexta desteser kirina Selaheddîn Demîrtaş, hikûmeta tirkiyê bi seroktîya parta dad û geşepêdanê AKP’ê, pitrî 82 şaredar û berpirsên parta demokratîk a gelan HDP’ê desteser kirine, her wiha nêzî 5 hizar alîgrên wê partê, sûça PKK’ê jî jibo piranya wan daîye.
Demîrtaş di hilbijartinên dawî ên seroktîya tirkiyê de, ji zîndanê xwe namzed kirbû, li wê demê ragihand; namzed bûna wî ji zîndanê jibo seroktîya tirkiyê, kareke her bi şermezarîye jibo hikûmeta AKP’ê.
Li hefteya bûrî de jî, dadgeha mafên mirovan li Sitrazborgê li ser doza Demîrtaş rûniştinek li darxist, hevserokê HDP’ê Sezay Temelî berhevî rûniştinê bû, hejmareke parêzeran jî bergirî ji Demîrtaş kirin.
Selaheddîn Demîrtaş li 4 çirî a yekan a sala 2016an digel Fîgen Yoksedaxê hevseroka wî demî a HDP’ê digel 15 parlementerên HDP’ê hatin zîndan kirin, heya niha jî 9 parlementerê di nav zîndanên tirkiyê dene, sûça wan jî bangeşe kirine jibo parta karkerên kurdistanê.