Firîna hevkar a şeşan li Rojhilatê Firatê

Firîna hevkar a şeşan li Rojhilatê Firatê

Endamên arteşa tirkiyê û hêzên çekdarên Emerîkayê, di çarçoveya pêkanînên qonaxa yekemîn a herêma ewlehîyê li Rojhilatê Firatê de, cara 6an gerên hevbeş pêkanîn.

Endamên arteşa tirkiyê û ên hêzên çekdarên Emerîkayê, di çarçoveya pêkanînên qonaxa yekemîn a avakirina herêma ewlehîyê li Rojhilatê Firatê de, îro bo cara şeşan bi hevkar balefirên cengî, firîn pêkanîn, hemwext gerên hevbeş kirin.

Li navenda herekata hevbeş li Akçakale a navçeya Ruhayê, qerebalix a hewayê hey, 2 balefirên arteşa tirkiyê û 2 balefirên arteşa Emerîkayê ji navçeyê rabûn, balefir ber bi aliyê Sûriyê ve bi firê ketin.

Endamên arteşa tirkiyê û Emerîkayê berya vê 5 caran bi hev re firîbûn û carekê jî derket bûn gera bejayê.

Emerîka û tirkiyê lihevhatinek jibo avakirina herêma ewlehîyê li rojhilata Firatê kirine, tirkiyê pilana xwe a jibo wê herêmê eşkere kiriye ku wê nêzî 4 milyon penaberên sûryê ku li niha li tirkiyê ne, wê lê bicî bike, lê belê jibo vê jî merc hene.

Ji dema lihevhatinê, şandên eskerên Emerîka û tirkiyê navendeka heriketê li Urfayê ava kirine, lê belê serok komarê tirkiyê dibêje: hengavên piraktîk ên Waşintonê tunene, dema hefteyekê jî wext dest nîşan kir ku ger hengavên Emerîka nebin kiryar, ewê hereketê tekalî bo rojhelata Firatê bikin.

Pustên heman beş