YPG Alaya xwe daxist

YPG Alaya xwe daxist

Yekîneyên parastina gel YPG’ê, îro roja yekşemî, alayê xwe li navçeya Girê sipî a rojava kurdistanê daxist û alayeke din ku ê encûmena leşkirî ye, daliqand.

Li gorî hinek dîmenên ku li navenda bajarê Girê sipî ê rojava kurdistanê hatine bi dest xistin, şervanên yekîneyên parastina gel YPG’ê, alaya xwe daxist û di şûnê de, alaya encûmena leşkirî a girêdayî xwe guherî.

Di dîmenan de, tê dîtin ku şervanên YPG’ê li şûna alaya mezin a ku berê li navenda bajêr daliqandi bû niha alaya encûmena leşkirî daliqand.

Ev karê şervanên YPG’ê hemwexta birêve çûna gerên hevbeş ên arteşên Emerîkayê û Tirkiyê ye ku li nêvbera navçeyên Serê Kanîyê û Girê Sipî yê di domin.

Wîlayetên yekgirtî ên Emerîkayê, li 22 Tîrmeha sala 2017an li ser zarê fermandarê hêzên taybet ceneral Raymond Tomas, ava kirina hêzên Sûriya a demokratîk ragihand, ji wê demê jî alîkarya leşkirî ên Emerîkayê ji bo wê hêzê di dome.

Tirkiyê her çi gave û helwesteke nerazîbûnê ji wê alîkarya Emerîkayê ji bo HSD’ê avêtîye, lê hîna niha tu encamek ji wê nerazîbûna tirkiyê ne derketye holê.

Di niha de û digel domandina hereket û gerên hevbeş ên avakirina herêma ewlehîyê, Enqere dixwaze rojhelata Firatê bi yek car ji HSD’ê were vala kirin.

Pustên heman beş