Arteşa tirkiyê û balefirên wê ên cengî, îro 14 gerîla ên parta karkerên kurdistanê li bakûr û başûrê kurdistanê berteref kirin.
Li gorî daxuyaniya wezareta karên hundir a Tirkiyê, îro û di çarçûveya operasiyona bi navê penc 3 de, qasî 7 gerîla ên PKK’ê li navçeya Hefteniyê a başûrê kurdistanê hatine berteref kirin.
Her wiha hat eşkere kirin, li navçeyeke sêrtê jî hemwexta operasiyona başûrê kurdistanê, yekîneyên fermandariya cendirmeyan, karîn qasî 7 gerîla li wir jî berteref bikin, her wiha di operasîyonê de gelek çek û muhimatên PKK’ê jî hatin îmhakirin.
Wezareta karên hundir a Tirkiyê di beyaneke nivîskî de xweya kir, li herêmê û navçeyên sêrtê, operasîyon di dome.
Arteşa Tirkiyê operasiyona ku navê penc lê kirine heyameke dest pê kirine, niha ew operasîyon di qonaxa sêyemîn de ye, weke wezareta parastina neteweî a Tirkiyê di de xweya kirin, wan pêtrî 400 gerîlayên PKK’ê di pencê de, berteref kirine.
Lê belê li alê dinê cengê, parta karkerên kurdistanê û bala wê a leşkirî hêzên parastina gel HPG’ê, tu carekê wan amar û datayên zirarên PKK’ê ên alê Tirkan îlan dikin, ne direwandine.