Balefrên cengî ên arteşa Tirkiyê, îro roja duşemî car din pêgehên parta karkerên kurdistanê PKK’ê, li herêma başûrê kurdistanê bordoman kirin û PKK’ê zirar dîtin.
Li gor daxuyaniya ku ji wezareta parastina neteweî a Tirkiyê hat dayîn, di operasiyona pencikê de li navçeya avaşînê a li nav sînorê herêma başûrê kurdistanê, îrşên asîmanî hat pêk anîn.
Di operasiyonê de, 3 gerîlayên parta karkerên kurdistanê PKK’ê, hatine berteref kirin.
Êrîşa îro a navçeya avaşîn hemwexta êrîşên duh roja yekşemî ne ku 14 gerîla li navçeyên sêrtê û Heftenînê têde hatine berteref kirin.
Serok komarê Tirkiyê, di daxuyaniya xwe a herî dawî de, ji berî ku bo Nîyoyorkê biçe eşkere kir ku Tirkiyê wê cenga xwe a li dijî PKK’ê û YPG’ê bidomîne, operasiyona pencikê jî ku niha di qonaxa xwe a sêyemîn deye, wê bidome.