Parta karkerên kurdistanê PKK’ê, îro eşkere kir ku gerîlayên wan 3 leşkirên arteşa Tirkiyê, li herêma başûrê kurdistanê kuştine.
Navenda ragihandina hêzên parastina gel HPG’ê, baska leşkirî a PKK’ê, îro roja duşemî di beyaneke nivîskî de eşkere kir, gerîlayên wan di çalakiyekê de ku li navçeya Heftenînê a başûrê kurdistanê, li roja 22 Îlonê pêk anîne, 3 leşkirên Tirkiyê kuştine.
Navenda HPG’ê xweya kir, gerîlayan li sat 9:15ê nîv şevê a roja 22 Îlona gerîlayan li Heftenînê Êrîşeke pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya HPG’ê, li heman rojê hêzên wan li sat 10:00an bo cara duyemîn li dijî leşkerên Tirkiyê li heman navçeyê çalakiyeke din pêk anîne û di wê êrîşê de jî, leşkirek hat kuştin.
Herwiha HPG’ê eşkere kir, yekîneyên wan ên çalakî pêk anîne bê tu zirar û zîyanek gihiştine baregaya xwe.