Mesrûr Barzanî û fermandarê hevpeymanan civîyan

Mesrûr barzanî û fermandarê hevpeymanan civîyan

Îro 23ê Îlonê Mesrûr Barzanî Serokê hikûmeta herêma kurdistanê pêşwaziya Fermandarê hêzên operasiyonên taybetî yên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Major General Eric Hill kir.

Di civînê de behsa vê yekê kir ku DAIŞ li çend deverên Iraqê hîn jî metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya xelk û berdem vegerandina koçberan bo deverên xwe û balkêşande ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqi.

Derbarê giftûgoyên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedral de jî me anî ziman ku bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê îşaretên baş ji Bexdayê ve bo me hatine.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê hêzên operasiyonên taybet yên hevpeyman li Iraq û Sûriyê Major General Eric Hill jî kêfxweşiya xwe ya li hember hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqi diyar kir û amade bûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina her hevkariyeke pêwîst diyar kir.

Mesrûr barzanî û fermandarê hevpeymanan civîyan

Pustên heman beş