Parlemena kurdistanê wê behsa referandûmê bike

Parlemena kurdistanê wê behsa referandûmê bحke

Parlemena Kurdistanê, wê sibe roja çarşemî civînekê lidarxe û têde salvegera duyemîn a referandûma serixwebûna Kurdistanê, were li bîr anîn.

Heyeta seroktîya parlemena kurdistanê di beyaneke nivîskî de dîyar kir, sibe roja çarşemî ku dibe 25 Îlonê, civîna duyemîn a werzê paîzê a yasadanînê wê were lidarxistin.

Li gorî bernameya kar, li dest pêka civînê, seroka parlemena kurdistanî wê gotarekê bi helkefta derbas bûna 2 salan li ser referandûma serxwebûna herêma kurdistanê pêşkêş bike.

Di civîna sibe de, parlemena kurdistanê wê bizavê bike ser rast kirina peyrewa xwe a hundir bi pejrîne.

Li 25 Îlona sala 2017an, gelê herêma başûrê kurdistanê, digel gelê kurd ê navçeyên Kurdistanî ên dervey îdareya herêmê, deng jibo serxwebûnê dan, 92.7% ji wan, serxwebûn û cuda bûna ji Iraqê xwestin.

Lê belê hikûmeta federal a Iraqê, welatên hevso û her wiha piranya hejmareke welatên Ewropa û cîhanê, ev referandûm qebûl ne kirin û xwestin encama wê were reş kirin, rewşa herêma başûr herî xirab û xeter ket, duvda bûyerên 16 Oktoberê çêbûn û bandora wê li rewşê pir mezn bû.

Pustên heman beş